Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka ligel Gelê Venezuela Ye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ew bûyerên li Venezuela ji nêz ve dişopîne û ligel gelê wî welatî ye.

‘’Ez rewşa li Venezuela ji nêz ve dişopînim. Amerîka ligel gelê Venezuela ye’’ Trump ji Twitterê nivîsî.

Rêberê opozîsyonê Juan Guaido li Caracas ya paytext ligel hin leşkeran derketibû kolanan û îdia kiriibû ku ew jî dijî Nicolas Maduro tev li wî bûne.

Di navbera hêzên ewlekarîyê yên hikûmetê û kesên dijî Maduro pevçûn çêdibin, lê ser kuştî û birîndaran hîn ti agahî tune.

Wezîrê Berevanî yê Venezuela Vladimir Padrino dîyar kiribû ku artêş li gor qanûna bingehîn tevdigere û dabû zanîn ku ew darbeyê red dikin.

XS
SM
MD
LG