Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bernivîsa Ser Budçeya Berevanîyê Veto Kir


Serok Donald Trump bernivîsa ser budçeya berevanîyê ya 740 mîlyar dolarî veto kir.

Ew bernivîs bi piştgirîya xurt ya Komarî û Demokratan li Kongresê hatibû pejirandin.

Bi vetoya Trump re, bo bernivîsa ku 60 sal in her sal li Kongresê tê pejirandin, guman çêbû ku nebe qanûn.

Trump ser bernivîsa budçeya berevanîyê, ku bi navê NDDA tê zanîn, dîyar kir ku dijî hewildanên pêşxistina Amerîka ye û da zanîn ku di wê de tedbîrên krîtîk yên bo ewlekarîya neteweyî tune ne.

Wî di peyama xwe ya bo Civata Nûneran de got ku ‘’Ew (bernivîs), bo Çîn û Rûsya dîyarî ye’’

8 vetoyên di dewra seroktîya Trump de, li Kongresê bi piştgirîya Komarîyên nêzî Trump ve hatibûn qebûl kirin.

Hin şîretvan dibêjin ku endamên Kongresê dibe ku vê carê vetoya Trump qebûl nekin û di dengdana duyê de bernivîsê dîsa bipejirînin.

NDDA li Civata Senatoran û li Civata Nûneran bir pirtirê du parên ji sê paran hatibû pejirandin.

Ger ew bernivîs careke din li Kongresê bi wê rêjeyê were pejirandin Trump nikare wê careke din veto bike.

Seroka Civata Nûneran Nany Pelosi dîyar kir ku dengdana nû ya ser bernivîsê dê di 28’ê Berfanbarê de çêbe.

NDAA cara borî li Civata Senatoran li hember 13 dengan bi 84 dengan, li Civata Nûneran jî li hember 78 dengan bi 335 dengan hatibû qebûl kirin.

Bernivîsa ser berevanîyê ji 1961’an vir ve her sal ji alîyê Kongresê ve tê pejirandin.

Di bernivîsê de ji zêdekirina mûçeyên leşkerên Amerîkî, heta hejmara firok û gemîyên dê werin kirîn û gavên dijî gefên jeopolîtîk hemî mijarên ser berevanîyê hene.

Bernivîsên ser budçeya berevanîyê 59 sal in bê ku werin veto kirin ji alîyê serokên Amerîka ve têne îmza kirin.

XS
SM
MD
LG