Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump careke din testa vîrusa korona kiriye.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî testa vîrusê ya Trump neyênî derketiye.
Di daxuyanîyê de, nameya Sean Conley hat belav kirin.
Wî da zanîn ku rewişa Trump baş e û li ser wî ti nîşana vîrusa korona tune.
Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de dîyar kir ku wî jiber ku testa nû ya vîrusa korona meraq kiriye careke din xwe test kiriye.
Wî da zanîn ku test di deqeyekê de hatiye kirin û encama wê di 15 deqîqeyan de hatiye.