Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Walîyên Eyaletan Dike ku Dibistanan Vekin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku divê walîyên eyaletan êdî dibistanan vekin.

Trump piştî li Qesira Sipî bi walîyên Colorado û North Dakota re kom bû ji rojnamevanan re axifî.

‘’Li gor min, walî divê teqez dibistanan vekin. Bandora vîrusê li ser ciwanan pir hindik e.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku mamosteyên temenên wan di ser 65an re ne dikarin xwe biparêzin, lê divê dibistan dest bi perwerdekirinê bikin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci ser sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona hişyarî kiribû û gotibû ku dibe ku di payîzê de jî dibistan venebin.

Trump da zanîn ku ew bi gotinên Fauci şaş bûye û dîyar kir ku gotinên wî qebûl nake.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,400,000 kes bi vîrusa korona ketine û 83,791 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG