Lînkên eksesibilîtî

Trump Piştî Êrîşa Misirê Avakirina Dîwarê Ser Sînorê Meksîka Dîsa Tîne Rojevê


Serokê Amerîka Donald Trump îro careke din banga avakirina dîwarê ser sînorê Meksîka kir û piştgirî li biryara xwe ya qedexeya rêwîtîya dijî çend welatan kir, piştî ku di êrîşeke terorîstî de pirtir ji 200 kes li Misirê hatine kuştin.

Trump ji ser Twitterê got ku êdî Welatên Yekbûyî dê ji dijî terorîzmê xurttir û zîrektir be.

Trump ji destpêka kempeyna xwe ya hilbijartina seroktî de, di 2015an de soza avakirina dîwareke li ser tixubê Amerîkî û Meksîkî dabû ku rê li ber hatine tawankaran bigire.

Trump di rpjên destpêkê yên seroktîya wî de biryara avakirina dîwar îmza kiribû, lê divê Kongres dirava bo avakirina wê projê erê bike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG