Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Ser Avakirina Dîwarê Ser Tixubê Meksîka Pêgîr E


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku plana wî ya avakirina dîwarekî ser tixubê Meksîka qet neguherîye.

Şêwirmendê serekî yê Trump John Kelly gotibû ku dema Trump soza avakirina dîwar dabû, wî bi rekûpêkî nehatibû agahdar kirin.

Trump îro Pêncşemê ji ser hesaba xwe ya Twitterê got mesrefa dîwar "wê ji alîyê Meksîka, bi rêkên dîrekt yan îndîrekt û yan jî bi şûnde dayîna di gavên dirêjdemî de were dayîn."

Karbidestên Meksîkî eşkere kiribû ku ewê qet dirav jibo awakirina dîwaran nedin.

XS
SM
MD
LG