Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Avakirina Dîwar di Budceyê de Cîh Negire, Ezê Hikûmetê Daxim


Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesira Sipî gefa daxistina hikûmeta federalî kir, ger jibo awakirina dîwareke ser tixubê Meksîko dirav neyê veqetandin.

Trump bi haziribûna rêberên Demokrat yên nav Kongresa amerîkî Chuck Schumer û Nancy Pelosi got ku rewşeke awarte heye û divê budceya hikûmetê li gor wê yekê were amade kirin.

"Ez serbilind im ku jibo parastina sînor, hikûmetê bigirim û ezê berpirsîya wê jî rakim ser xwe," Trump got.

Serokê Kêmanîya Demokrat ya Civata Senatoran, Schumer jî got ku “nabe jiber hevbîrnebûnekê hikûmet were daxistin, lê Trump dixwazî wê yekê bike.”

Demokrata herî bilind ya nav Civata Nûneran Pelosi jî ji Trump re got ku ew şerta avakirina dîwarê datîne nav budceya hikûmetê û zararê wê yekê dê pir giran be.

XS
SM
MD
LG