Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê got ku Amerîka, bo berdana Otto Warmbier, ti dirav nedaye Koreya Bakur.
“Ji Koreya Bakur re, jibo berdana Otto Warmbier ne Du Mîlyon hate dayîn, ne jî ti pereyên din,” Trump di twîtekê de got.
Rojnameya Washington Post Pêncşemê îdia kiribû ku Trump jibo mesrefên Otto Warmbier dayîna 2 mîlyon dolaran ji Pyongyangê re erê kiriye ku heta Hezîrana 2017’an, bi qasî 17 mehan li Koreya Bakur girtîbû.
Rojnamê nivîsîbû ku Wezareta Xezîne ya Amerîkî nameya ku 2 mîlyon dolaran dixwaze ji Koreya Bakur girtibû, lê zelal nekir ku rêvebirîya Amerîkî ew dirav daye yan ne.