Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump dê Roja Sêşêmê Vegere Washingtonê


Qesra Sipî ragihand ku Serok Trump dê ji hilcivîna bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re zû derkeve û dîyar kir ku sedema vê ‘’pêşketina bi lez’’ ya di hevdîtinên derbarê çekên navokî de ye.

Li ber bû ku Trump piştî hilcivîna bi serokê Koreya Bakur, roja Çarşemê vegere Washingtonê lê Trump bername guherand û biryar da ku roja Sêşemê vegerê.

Li gor bernameya nû Serok Trump dê 15 demjimêr zûtir vegere Washingtonê.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê da zanîn ku ‘’Hevdîtinên di navbera Amerîka û Koreya Bakur de didomin û pêşketineke bi lez heye’’

Berî daxuyanîya Qesra Sipî, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hin gotinên ku li gor pisporên siyasetê hêvîyên bo hilcivînê daxstin kirin.

Trump di daxuyanîyên xwe yên berê de dîyar kiribû ku dibe ku ew peymaneke ku Cenga Kore bi dawî bike çêkin.

Pompoeo di daxuyanîya xwe ya dawî de got ku ‘’Em bi hêvî ne ku ew hilcivîn bo hevdîtinên serkeftî yên siberojê bingehekê çêke’’

Serok Trump û Kim Jong Un dê bi demjimêra herêmî di 9’ê sibê de kom bibin. Her du rêber dê tevî wergêran hevdîtineke rû bi rû li dar xînin.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî dê hilcivîn di temamê roja Sêşemê de bidome û piştî xwarinê her du rêber dê hevdîtineke mezintir ya bi şandeyan re pêk bînîn.

Wezîrê Derve Pompeo, Sekreterê Giştî yê Qesra Sipî John Kelly û Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton û çend karbidestên din şandeya Amerîka de ne.


Trump, piştî bidawîbûna hilcivînê, berî vegere Washingtonê dê li Sîngaporê preskonferansekê li dar xe.

Trump roja Duşemê da zanîn ku ew li bendê ye ku ji hilcivînê encameke baş derkeve, lê Kim ser hilcivînê tiştek negot.

XS
SM
MD
LG