Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Çepgiran Rexne Dike û Balê Dikişîne Ser Perwerdeya Welatperwer


Serok Donald Trump di axaftina xwe ya li Muzeya Arşîvê ya Neteweyî ya li Washington ya paytext ser protestoyên li Amerîka axifî û çepgir rexne kirin.

Trump dîyar kir ku di navbera bûyerên tundûtûjîyê û perwerdeya li dibistanan peywendî heye û banga ‘’perwerdeya welatperwer’’ kir. Wî da zanîn ku ewê di demeke nêz de biryarnameyekê îmza bike.

‘’Karê me berevanîya mîrata avabûna Amerîka, dilpakîya gernasên Amerîka, û esaleta karektera Amerîkî ye. Divê em li dibistan û polên xwe wan derewan tune bikin û divê em zarokên xwe hînî rastîya muhteşem ya ser welatê me bikin.’’ Trump got.

Serok Trump dîyar kir ku bi avabûna Amerîka re bûyerên wek bidawîbûna koledarîyê, têkçûna komunîzm û faşîzmê destpê kirine û wî gotin bir ser protestoyên dawî yên li Amerîka.

Trump da zanîn ku ‘’tevgereke radîkal’’ hewil dide ku mîratên wan hilweşîne û got ku ewê nehêlin ku tiştekî wisa çêbe.

‘’Çeteyên çepgir peykerên avakerên me hilweşandin, bêrêzdarî li bîrdarîyê me kirin, û tundûtûjî û anarjî dan destpê kirin. Çepê, dijî polîsan ku li Amerîka nîşana serdestîya hiqûqê ye, dest bi êrîşeke tund û xofdar kir. Sîyasetvanên lîberal, medya xwecihî û tew kompanîyên mezin jî jî alîkarîya van tundrêyan dikin.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku serhildana çepgiran, encama rastexwe ya perwerdeya dibistanan ya meyla wê li ser çepê ye.

Trump da zanîn ku ew piştgirîya ku zarokan ne li gor rengên wan lê li gor naveroka karekterên wan dinirxîne, dikin û got ku çep hewil dide ku wê nêrînê tune bike û Amerîkîyan ji hev cuda bike, lê divê ew nehêlin wisa bibe

XS
SM
MD
LG