Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Serokê WHO re Nameyek Şand


Serokê Amerîka Donald Trump ji Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus re nameyeke bi çar rûpel şand.

Donald Trump di nameyê de da zanîn ku ger WHO di nav 30 rojan de ‘’guherînên girîng’’ neke ewê alîkarîya bo wê rêxistinê bi awayekî mayînde rawestînin û endamtîya xwe jî jinûve binirxînin.

Trump dîyar kir ku WHO di bin bandora Çînê de maye û bi awayekî serbixwe tevnagere.

Wî îdia kir ku Serokê Çînê Xi Jinping bo WHO dijî vîrusa korona rewişa awarte ranegihîne zext çêkiriye, WHO berê guh daye Çînê lê dûre rêbazên xwe guherandine.

Trump name ji Twitterê weşand û got ku ‘’Name xwe têra xwe dibêje’’

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 90,000 û li Çînê jî bi qasî 4,700 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG