Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Wilmington Kir Bajarê Mîrate yê Şerê Cîhanê yê Duyê


Serok Donald Trump serdana eyaleta Carolina Bakur kir.

Trump ew serdan bo salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyê kir û bajarê Wilmington ya li Carolina Bakur kir bajarê mîrate yê wî şerî.

Wilmington li Amerîka bû bajarê mîrate yê pêşî yê Şerê Cîhanê yê Duyê.

Trump di serdana bajêr de, Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden rexne kir.

Wî da zanîn ku aborîya Amerîka jinûve vedigere asta xwe ya berî vîrusa korona û ser Biden jî got ‘’dîn bûye’’

Serok Trump, li Carolina Bakur bi şervanên Amerîkî re jî kom bû û ji wan re got ku ‘’Şervanên Amerîkî faşîzm û zexta li derveyî sînorên me, bo çeteyên ku li welatê me tundûtûjîyê pêk tînin, azadîya me binpê bikin, têk nebir.’’

Trump di hilbijartina sala 2016’an de li Carolina Bakur bi ferqa 3,6 ji sedê bi ser ketibû.

Li gor anketên dawî yên bo Carolina Bakur ya bi 15 delege, Trump û Biden li wê eyaletê nêzî hev dengan distînin.

XS
SM
MD
LG