Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Xaşiqcî Hatibe Kuştin Dê Encamên Wê Pir Giran Bin


Serokê Amerîka Donald Trump ser rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî got ku ‘’bêguman, wek ku hatiye kuştin’’ û da zanîn ku ew bûyereke ‘’pir xembar e’’

Trump ser gumana kuştina Xaşiqcî da zanîn ku ewê ‘’encamên wê pir giran bin’’ û dîyar kir ku ew li benda encamên vekolînê ne.

‘’Em li benda hin vekolîn û encaman in. Ewê di nêzîk de di destê me kevin û ez dibêjim qey emê daxuyanîyeke pir xurt bidin. Bes niha em li benda encamên sê vekolînan in’’ Trump got.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Karbidestên Tirk ser gumana kuştina Xaşiqcî disekinin, lê karbidestên Saudî vê îdiayê red dikin.

XS
SM
MD
LG