Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku wî ser kêlîyên kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî brîfîngeke berfireh sitandîye, lê ew naxwaze tomarên dengan guhdar bike.
Trump ji Fox Newsê re da zanîn ku di tomarên dengan de ‘’bi awayekî hovane êş û tundûtûjî’’ heye û jiber wê ew naxwaze wan bibihîse.
Wî dîyar kiribû ku karbidestên Amerîkî dê roja Sêşemê ser berpirsên kuştinê raporekê bidin wî.
Xaşiqcî, di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin.
Erebîstana Saudî îdia dike ku Xaşiqcî bê ku destûr ji karbidestên payabilind were xwestin, hatiye kuştin.