Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berî Sonda Biden ji Amerîkîyan Xatir Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump çend saetan berî seroktîya wî bi dawî bibe bi axaftinekê ji Amerîkîyan xatir xwest.

Trump, ku berê di axaftinên xwe de dîyar kiribû ku encamên hilbijartinê sexte ne, da zanîn ku vê hefteyê rêvebirîyeke nû dest bi kar dike û got ku ew bo parastina aramî û ewlekarîya dia dikin.

Wî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dijî Kongresê û dîyar kir ku jiber êrîşê hemî Amerîkî şok bûne.

‘’Tundûtûjîya sîyasî, êrîşek e ku dijî her tiştê em Amerîkî qîmetê didinê çêbûye. Ew bi ti awayî xweş nayê dîtin.’’ Trump got û bang li Amerîkîyan kir ku ew li dora nirxên hevbeş bicivin.

Trump dîyar kir ku wî di seroktîya xwe de her tim li gor berjewendîyên Amerîka biryar dane û da zanîn ku jiber ku Amerîkîyan ew hilbijartiye, wî biryarên dijwar dane û pir li ber xwe daye.

Wî got ku wan Amerîka ji peymanên cîhanî yên yekalî vekişandiye û bal kişand ku jiber ku wan berê mesrefê temamê cîhanê didaye, endamên NATO li gor salên borî bi sed mîlyaran dolar zêde didin.

Trump bi bîr xist ku wan Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk biriye, Qasim Silêmanî kuştiye û dîyar kir ku bi dîplomasîya wan ya wêrek li Rojhilata Navîn jimareke peymanên aştîyê hatine îmza kirin.

Serokê Amerîka da zanîn ku di dewra wî de leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn vegerîne mal û got ku jiber ku wî şerekî nû nedaye destpê kirin ew bi xwe serbilind e.

XS
SM
MD
LG