Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Mesaja Xatirxwestinê de Dibêje Wî Amerîka Nexist Nava Şerekî Nû


Serokê Amerîka Donald Trump di roja xwe ya dawî de peyameke xatirxwestinê weşand û ku tê de behsa bûyerên girîng yên serdema seroktîya xwe kir.

“Me çar sal berê bi hevre dest bi hewila jinûve avakirina welatê xwe, zindîkirina ruhê wî û jinûve avakirina dilsozîya hikûmetê ya ji gelê Amerîkî re kir ku em Amerîka careke din, jibo hemwelatîyên wê xurt bikin.

Serok Trump got ku ew wek serokê 45an bi serketinên xwe serbilind e û ew serokê yekê ye ku dest bi şerekî nû nekiriye..

“Min xwe kir berbijar jiber ku min dizanî ku derfet û delîveyên pêş me bî sînor in ku em Amerîka careke din bikin welatekî hêzdar.”

Trump bi bîr xist ku di bin seroktîya wî de reforma bacê hate kirin, qanûn û rêbazên ku karan dikujin hatin rakirin, ji rêketinên bazirganîyê ku zararê didan me hatin vekişîn û hin peyamanên din bi tên baştir re hatin guhertin.

XS
SM
MD
LG