Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryara Kongresê ya Ser Şerê Yemenê Red Kir


Serokê Amerîka Donald Trump biryara Kongresê ya ser qutkirina piştgirîya bo Erebistana Saudî ya li Yemenê red kir.

Trump da zanîn ku biryara Kongresê ‘’hewildaneke xeter e’’ û dîyar kir ku ewê bi wê biryarê ser jîyana hemwelatîyên li herêmê metirsî çêbê.

Washington di cenga li Yemenê de bo Erebistana Saudî piştgirîya çekan û îstixbarata leşkerî dike.

Civata Senatoran û Civata Nûneran, bi bernivîsekê ji Trump xwestibû ku yekîneyên Amerîkî yên tevlî cenga Yemenê bûne di 30 rojan de vekişîne.

Trump di meha Adarê de jî bernivîsa ser betalkirina rewşa awarte veto kiribû.

Bi vî awayî, ew cara duduyan e ku Trump biryara Kongresê red dike.

XS
SM
MD
LG