Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Liz Truss Bû Serokwezîra Nû ya Brîtanya


Qralîçeya Brîtanya Elizabeth II, li Qesra Balmoral ya li Skotlandê pêşwazîya serokkwezîra nû ya Brîtanya Liz Truss dike, 6 Îlon, 2022.
Qralîçeya Brîtanya Elizabeth II, li Qesra Balmoral ya li Skotlandê pêşwazîya serokkwezîra nû ya Brîtanya Liz Truss dike, 6 Îlon, 2022.

Liz Truss îro Sêşemê bû serokwezîra nû ya Brîtanya û bo avakirina hikûmetê ji hêla Qralîçe Elizabeth II ve hate erkdar kirin.

Piştî ku serokwezîrê berê Boris Johnson vekişîna xwe pêşkeş kiribû, Truss ji hêla Qralîçe Elizabeth ve li Qesra Balmoral ya li Skotlandê hate pêşwazî kirin.

Qralîçe Elizabeth li Qesra Balmoral erka avakirina hikûmetê da Truss ku bi vî rengî ew bi fermî bû serokwezîra nû ya Brîtanya.

Truss ya 47 salî wê bibe jina sêyê ku welêt bi rêve dibe û serokwezîra çaran ya Brîtanî ya nav şeş salên dawî.

Johnson di 7’ê Tîrmehê de ji seroktîya Partîya Konservatîf ya desthilardar karvekişîna xwe ragihandibû û seroktîya partîyê Wezîra Derve Trus û Wezîrê Darayî yê berê Rishi Sunak bûbûn berendam.

Truss di dengdana nava endamên Partîya Konservatîf de bi 81 hezar û 326 dengan bi ser ket û hevrikê wê Rishi Sunak jî 60 hezar û 399 deng wergirtibûn.

Truss piştî ku do Duşemê serkeftina wê hat ragihandin ji endamên partîya xwe re got ku ewê mîna konservatîfekê welêt bi rê ve bibe.

Truss, seroka nû ya Partîya Konservatîf û serokwezîra nû ya Brîtanya ye, soz da ku wê lêçûnên zêde yên enerjîyê daxîne û bacan kêm bike.

Çavderên sîyasî dibêjin ku Truss wê demûdest bi pirsgirêkên aborî yên giran yên wek sistbûna aborîyê, bûhabûna enerjîyê û kêmbûna şewitê rûbirû bimîne.

Li ber e ku serokwezîra nû ya Brîtanî endamên kabîneya xwe demeke derengtir ya îro dîyar bike.

XS
SM
MD
LG