Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Truss û Zelenskyy Ser Hevkarîyê Axifîn


Truss û Wezîrê Derve yê Ukraynî Dmytro Kuleba (Arşîv)
Truss û Wezîrê Derve yê Ukraynî Dmytro Kuleba (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîra Brîtanya ya nû Liz Truss bi rêka telefonê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re axifîye.

Reutersê dîyar kir ku Truss bi wê axaftinê di serokwezîrîya xwe de cara pêşî bi serokekî bîyan re peyivî.

Zelenskyy di axaftinê de Truss vexwend welatê xwe û Truss jî ew dawet qebûl kir.

Brîtanya bi qasî 7000 tankşikên, bi sedan muşek û maşîneyên zirxî dane Ukrayna û bi piştgirîya bo Kîevê yek ji welatên li pêş e.

Truss dîyar kir ku ewê piştgirîya bo azadî û demokrasîya Ukrayna bidomînin.

Wê da zanîn ku ewê bi Zelenskyy re hevkarîyê bike û dîyar kir ew bi kefxweşî vexwendina wî dipejirîne.

XS
SM
MD
LG