Wezareta Berevanî ya Tirkîyê şeva Yekşemî ragihand ku hêzên wê dijî PKK'ê operasyoneke leşkerî ya bi nave Pençê Kilît, li hindurê axa Îraqê destpê kir.
Wezaretê îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku operasyona wê bi awayekî serketî didome.
“Armancên qonaxa yekê yên dîyarkirî bi serketî bi cîh hatin û pperasyon wek plankirî didome. Li gor pêzanînên destpêkî 19 terorîst hatine bê bandor kirin… û 4 leşkerên me jî birîndar bûn…Leşkerên me dest bi kontrolkirina herêmê kiriye û xebatên gerîn û lêgerînê berdewam dikin. Hemî veşertgeh, sitargeh, şikeft û navendên kontrolê yên terorîstan wê yek û yek werin rûxandin,” daxuyanîyê got.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), ku baskê leşkerî yê PKK'ê ye, jî îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hêzên wê 28 leşkerên Tirk kuştine û 9 leşkerên din jî birîndar kirine.
HPG îdia kir ku di operasyonên wê de 2 helîkopterên Tirk zarar dîtine.
“Artêşa Tirk a dagirker bi mehane ji bejahî û hewayî ve bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Rojên dawî bombardûman giran kir û bi taybetî li herêmên Avaşîn û Zapê di 14 û 17’ê Nîsanê de êrîş zêde kir. Êvara 17’ê Nîsanê jî artêşa Tirk êrîşeke dagirkerîyê bir ser herêmên Avaşîn û Zapê.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirkîyê gelek caran li nava sînorê Herêma Kurdiastana Îraqê, operasyonên li dijî PKK'ê li dar xistine, lê heta niha nekarîyê dawî li hebûna wê bîne.