Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Statuya Parastina Kindemî ya bo Sûrîyan Dirêj Dike


Penaberên Sûrî li Qibrisê
Penaberên Sûrî li Qibrisê

Rêvebirîya Trump Statuya Parastina Kindemî (Temporary Protected Status) ya jibo pirtir ji 7,000 penaberên Sûrî yên li Amerîka dijîn, dirêj kir.

Statuya Parastina Kindemî destûr dide koçber û peneberan ku heta vegera wan ji welatê wan re ewle be, li Amerîka bimînin.

“Zelal e ku mercên ku rewşa Sûrîyê pê hatibû dîyar kirin, hîn didomin,” Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Ameîrka Kirstjen Nielsen şeva Çarşemê got.

Wezaretê îşaret da şer û alozîyên çekdarî li Sûrîyê û rewşa awarte û demkî li wî welatî.

Şerê navxweyî, terorîzm, û tawanên dijî mirovahî yên wek êrîşên gaza jahrîn, bûne eger ku rêvebirîya Obama di sala 2012’an de biryara Statuya Parastina Kindemî bide kesên ku ji Sûrîyê hatine Amerîka.

Li gor qanûna Amerîka, divê Statuya Parastina Kindemî her 18 mehan careke were nû kirin û heya niha bo Sûrîyan herdem hatiye nû kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku tenê ew Sûrîyên ku ji yêkê Tebaxa 2016’an ve li Amerîka dijîn ji wê biryarê mefayê dibînin.

XS
SM
MD
LG