Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TTB Hişyarî Dide ku li Tirkîyê Nexweşên COVID-19 Zêdetir Dibin


Wezareta Saxlemîya Tirkîyê her roj tabloyên nexweşîya COVID-19 diweşîne. Li gorî daneyên vê tabloya wezaretê di meha Tirmehê de hejmara nexweşan her roj nêzîkî 2 hezar kes zêde bûye û herî dawî jî 20 hezarî derbaz kiriye.

Di destpêka COVID-19 heta vê demê, li ser 74 mîlyon kesan test hatine çêkirin û ji 5 mîlyonî zêdetir kes bi nexweşîya COVID-19 ketine ku nêzî 50 hezar kes jî mirine.

Heta dawîya meha Tirmehê ser 41 mîlyon kesan vaksîna yekê û ser 27 mîlyon kesên din jî vaksîna duyê û pirtir ji 5 mîlyon kes jî vaksîna sêyê li xwe dane. Lê heta niha nêzî 22 mîlyon kesên din jî ti vaksîna COVID-19 li xwe nedane.

Rêxistinên bijişkî jiber zêdebûna nexweşîya COVID-19 Wezareta Saxlemîyê tawanbar dikin.

Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TBB) radigîhîne ku di dawîya Tirmehê de hejmara nexweşên COVID-19 % 39, hejmarên mirîyan jî % 26 zêde bûye.

TTB van bilindbûnan bi sîyaseta desthilatîyê ve girêdide û xuya dike ku girtin û rakirina bergirîyan ev tablo pêk anîye.

TTB di rapora xwe ya “Varyasyona Deltayê” de vê yekê wiha radigîhîhe:

“Di 1’ê Tîrmehê de ji alîyê kabîneyê/desthilatîyê ve bergirîyê pandemîyê yekser hatin rakirin û serbestîyek di nav gel de çêbû. Lê me di wê demê de jibo varyasyona deltayê ragihand ku pêdivî bi bergirîyan û têkoşîna zanistî heye. Lê desthilatîyê ev hişyarîyê me paştguh kir loma pêketinên COVID-19 dîsa zêde bûye.”

Li gor pêzanên TTB’yê di rêjeya vaksînkirinê de daketinek çêbûye û berê rojane 1 mîlyon û 200 hezar kes dihatin vaksîn kirin, lê di dawîya Tirmehê de ev hejmar ketiye 85 hezaran.

Li gor TTB’yê “Varyasyona Deltayê” li Tirkîyê herî bêtir li deverên turîstîk tên dîtin û ew jî jibo tevahîya Tirkîyê wek rîskeke mezin e.

Rewşa Tirkîyê ya di warê pandemîyê de, Di lêkolîneke kompanîya Total Analysis ya Brîtanî de Tirkîye di nav 100 welatan de di rêza 97’an de cîh digire.

ED_05_08_2021_TTB_Covid19
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG