Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Îstixbaratî: Droneke Ukrayna Bombeavêja Rûsî Tu-22M3 Wêran Kirîye


Bombeavêja Rûsî Tu-22M3 li Ryazan Dyagilevo
Bombeavêja Rûsî Tu-22M3 li Ryazan Dyagilevo

Îstîxbarata leşkerî ya Brîtanî, roja Sêşemê, ragihand ku ew weha dibîne ku êrîşa li destpêka vê hefteyê ya droneke Ukrayna bo ser firokxanekê di kurahiya axa Rûsyayê de bûye sedema wêrankirina bombeavêja Rûsî ya ji curê Tu-22M3.

Moskow, Ukrayna berpirs dibîne ji wê êrîşê.

Kîev dibêje, Rûsya Bombedûravêja Tu-22M3 ya supersonîk (Ji dengî zûtir) bikar tîne jibo armancên li seranserê Ukrayna, doh Duşemê, Kîevê ragihand ku wan êrîşek li ser firokexaneyeke din ya leşkerî li Rûsyayê pêk aniye.

Pisporên leşkerî yên rojavayî di wê baweriyê de ne ku Rûsyayê nêzîkî 60 bombeavêjên ji vî curê firokeyan hene.

Di brîfîngeke rêxistî ya berdewam de li ser rewşa Ukraynayê, îstîxbarata leşkerî ya Brîtanî got, "Bi îhtimaleke mezin bombeavêja Tu-22M3 ya ser bi firokevaniya dûravêj (yek ji şaxên hêza hewayî) ya Rûsyayê ve ye li bingeha Soltsy-2 , bi îhtimaleke mezin li Rûsyayê hatiye wêrankirin. Bingeha esmanî ya Soltsy-2 li herêma Novgorod ya 650 km dûrî sînorê Ukraynayê ye.

"Ev bi kêmanî sêyemîn êrîşa serketî ye li ser firokexaneyên dûravêj, ku pirsan derdixe holê li ser şiyana Rûsyayê ji bo parastina cihên stratejîk di kûrahiya axa xwe de," Îstîxbarata Brîtanî got.

Û Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Şemiyê gotbû, ku firokeke bêfirokevan ya Ukraynayê êrişî firokexaneya leşkerî li herêma Novgorodê kir, ku ev firoke lê hene, û ziyan giha yek ji wan, û dabû zanîn ku wan bi çekên biçûk dron xistine bêyî ku bibe sedema ti ziyanan. Wezaretê agahiyên zêdetir nedan.

Reuters hîna nekariye tiştê ku Brîtanya derbarê naverok û qebareyê ziyana bûyerê piştrast bike, dema ku ger were piştrast kirin, dê lawaziya van curê firokeyan li hember êrişên dronan derxîne holê.

Ev cure firokên baombeavêj beşeke serekî yê şiyanên cengê yên Rûsya ye.

Ukrayna ku kêm caran berpirsiyariya êrîşên li hundirê Rûsyayê an li ser axa Ukrayna ku ji aliyê Rûsya ve hatîye dagîr kirin digire ser xwe, lê derbarê vê bûyerê hêjî ti şîrovek nedaye, lê got ku çi ji dest wan were, ewê jibo jinav birina bingehên leşkerê Rûsyayê bike.

Herwiha Rûsya jî li ser tiştên ku Brîtanya heta niha ragihandiye şîrovek nedaye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG