Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tuna Bekleviç Meşa xwe ya 27 Rojan li Amedê Bidawî kir


Siyasetvanê Tirk Tuna Bekleviç jibo balê bikşîne ser aşitiyê û biratiya gelê Kurd û Tirk, di 16ê Nîsanê de ji Enqerê dest bi meşê kir. Beklevîç 1058 km rê meşiya û roja şemiyê gihîşt Amedê.

Tuna Beklevîç xwest bi gelê Amedê re bimeşe ber Minara Çar Ling ya ku Tahir Elçî li bin hatibû kuştin. Lê polêsan destûr neda û Beklevîç tenê meşiya.

Sîyasetvanê Tirk piştî meşa xwe, li Komeleya însiyatîfa Heq behsa serhatiya xwe ya 27 rojan kir.

Wî got ji Enqerê heta Amedê bi mirovan re li ser mijarên pirsgirêka Kurd, girtina sîyasetvanên Kurd, tayinkirina qayûman ser şaredariyan, herwisa rewşa kesên ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de jikar hatin avêtin gotûbêj kirine.

Ew îdia dike Tirkiye bi rêvebiriya yek mirovî nameşe, lazime ev sîstem bigûhere û jibo Tirkiyê sîstema herî qenc, sîstema federalî ye.

"Ez jibo Kurdan ji Enqerê heta Amedê meşiyam lê nehîştin li Amedê bi Kurdan re bimeşim. Ez gihîştim wê baweriyê li vî welatî Tirk dikarin bimeşin lê nahêlin Kurd û Tirk li rex hev bimeşin...

"Heta zilma li vir bidawî nebe, hizûr û aramî nayê Tirkiyê" got Tuna Beklevîç.

Hun li ser fayla deng agahiyên zêdetir gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00

XS
SM
MD
LG