Li Tirkîyê di meha Tebaxa 2020’an de ji alîyê zilaman ve 27 jin hatine kuştin, 23 jin jî bi awayê gumanbar mirî hatine dîtin.
Platforma Bergirîya Kuştina Jinan di rapora meha Gelawêjê de ragihand ku 50 jin jîyanên xwe bi qestî û bi şik ji dest dane.
Li gor raporê mirinên herî pir li Stenbolê çêbûne û 4 jin li wî bajarî hatine kuştin. Dû re, li Antalya 2, li Îzmîr 2, li Enqerê 1, li Amedê 1 jin hatine kuştin.
Dîsa, li Balikesir, Batman, Denîzlî, Eskîşehîr, Hatay, Mereş, Kîlîs, Kutahya, Mêrdîn, Nevşehîr, Ordu, Osmanîye û Wanê de ji 1 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin.
Di raporê de tê ragihandin ku sedema mirina 16 jinan ne dîyar e û piranîya jinan li malê yan jî li nav kolanan bi çek hatine kuştin.
Rapor bal dikşîne ku korona bandoreke ne baş li ser jîyana jinan çêkirîye û desthilatîya Tirkîyê di dema koronayê de Peymana Stenbolê, ku mafê jina diparêze, xistîye nav nîqaşan ku ew jî bandoreke ne baş ser jinan kiriye.
Parlamanter û berdevka Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji Dengê Amerîka re got ku kuştin û tundîya ser jinan bi sîyaseta desthilatîyê ve girêdayî ye.
“Desthilatîya Tirkîyê bi sîyaseta xwe rê li ber kuştin û tundîya ser jinan vedike. Peymana Stenbolê jibo parastina mafên jinan hatiye îmza kirin, lê em dibînin ku hikûmeta AKP wê jî dixe nav nîqaşan.”
Başaran dibêje ku ew sîyaseta hikûmetê casaret dide zilaman ku di mijara kuştin û tundîya ser jinan de xwe mafdar bibînin.
“Zilam bi qanûna înfazê ji girtîgehan derdikevin û tên dîsa jinan qir dikin,” Başaran dibêje.