Rêberatîya demkî ya Tûnisê bizavê dike ji bo pêkanîna hikûmeteka hevalbend, piştî ser desthilat ladana serokê berê Zeynel Abidîn Bîn Alî li hefteya borî, ku bo demê 23 salan serokê wî welatî bû.
Serokê Parlemanê Fûad Al Mubezze’ roja Şemîyê wek serokê demkî destbi kar kir, rojeke piştî Serok Bîn Alî revîya Erebîstana Seûdî.
Birêz Mubezze’ ragihand ku wî daxwaz li serokwezîrê Tûnisî kiîiye hikûmeteka hevalbend pêk bîne.
Dadgeha destûrî ya welatî ragihand ku pêdiviye li demê 60 rojan hilbijartina nû ya serokatî bihête kirin.