Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tûnisê Keştiyeke Koçberan Binav Bû, 2 Kes Mirin, 5 Jî Winda Ne


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Herî kêm 2 Tûnisî, di nav wan de zarokek mirin û pênc kesên din jî winda ne, dema ku keştiya wan roja Şemiyê li peravên başûrê rojhilatê welêt binav bû, nobedariya peravê got.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku keştiya ku 20 Tûnisî tê de bûn, demjimêr 02:00 serê sibê 120 metre dûrî peravê Gabesê binav bû. Hat gotin ku 13 rêwî hatine rizgarkirin.

Daxuyaniyê got ku "2 term hatin bidestxistin, yek jê ciwanekî 20 salî ye û yê din jî yê zarokekî ye."

Nobedarên deryayî got ku desthilatdarên bajarê Gabesê dest bi lêkolînê kirine da ku "şert û mercên vê trajediyê diyar bikin".

Tûnis dergeheke sereke ye ji bo koçberên xwecihî û biyanî yên ku bi hêviyên jiyanek çêtir li Ewrûpayê, hewla seferên xeternak bi keştiyên ku pir caran şikestî ne didin.

Zêdetirî 1,800 kes îsal di keştiyên binavbûyî de mirine li riya koçberiyê ya Deryaya Navîn, ya herî kujer li cîhanê, li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê.

Bajarê peravê yê Tûnisê Sfaqis, ku 130 kîlometran dûrî girava Lampedusa ya Îtalyayê ye, derkete meydana sereke ya destpêkirina koçberan.

Roja Duşemê jî karbidestên dadwerî ragihand ku 11 koçber di keştiyekê li Sfaqis binavbûyî de mirin, bi dehan kesên din jî winda bûn.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG