Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnisî Fermanên Serokê Welêt Protesto Dikin


Xwepêşandinên li dijî Serok Qeys Seîd li paytexta Tûnisê. 26'ê Îlonê, 2021.
Xwepêşandinên li dijî Serok Qeys Seîd li paytexta Tûnisê. 26'ê Îlonê, 2021.

Bi sedan kes do Yekşemê daketin kolanên paytexta Tûnisê da ku fermanên vê dawîyê yên Serok Qeys Seîd protesto bikin.

Serokê Tûnisî, bi mebesta desthilata xwe xurtir bike çend ferman dane û berê jî bi heman awayî çend fermanên wisa dabûn.

Xwepêşanderan banga rêzgirtina destûra welêt kir û daxwaz kir ku parlament careke din kar bike.

Seîd, di meha Tîrmehê de serokwezîrê Tûnisê ji kar derxistibû, karê parlamanê rawestandibû û desthilata cîbicîkar xistibû destê xwe.

Seîd wê demê gotibû ku ew gav jibo awarteyeke niştimanî bû.

Di nav kesên ku beşdarî xwepêşandina roja Yekşemê bûn de, hin endamên parlamanê ji partîya Ennahda ya Îslamî jî hebûn. Ennahda partîya sîyasî ya herî mezin e li Tûnisê ku berê piştgirîya serok Seîd dikir.

Di nav fermanên Seîd yên nû de dirêjkirina rawestandina karê parlamentoyê, betalkirina mafê parastinê yê qanûndaneran û cemidandina pereyên wan yên mehane, cîh digirin. Rikberên wî dibêjin ku ev kar wekî derbeyekê ye.

Ev protesto di dema krîzeke sîyasî ya kûr li Tûnisê tên. Roja Şemîyê pirtir ji 100 rêvebirên partîya Ennahda, wekî helwestekê li dijî bijareyên ku partîyê vê dawîyê standine, dest ji karên xwe berdan.

Yek ji wan kesên ku dest ji kar berdaye got ku “ne pêkan e ku ew partî were reform kirin.”

XS
SM
MD
LG