Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis dê Têkiliyên xwe yên Dîplomatîk bi Sûriyê re Vegerîne


Serokê Tûnisê Qeys Sieyid
Serokê Tûnisê Qeys Sieyid

cgot ku ew plan dike têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyê re vegerîne, zêdetirî deh salan piştî ku ew ji bo protestokirina zordariya Şamê li dijî dijberên siyasî qut bûn.

Sieyid di dema rûniştina ligel Wezîrê Derve yê Tûnisê Nebîl Emmar de got, "Tiştek nikare nebûna balyozê Tûnisê li Şamê û balyozek ji Sûriyê li Tûnisê rewa bike", li gorî vîdyoyek ku ofîsa serokatiyê şeva Înê belav kir.

Wî di berdewamiya axaftina xwe de got ku "Pirsa rêjîmê li Sûriyê tenê peywendî bi Sûriyan heye", û her destwerdanek di kar û "bijarên" aliyên din de red kir.

Sieyid di meha Sibatê de behsa niyaza xwe ya "hêzkirina nûnertiya dîplomatîk" a Tûnisê li Sûriyê kiribû.

Tûnisê di sala 2012an de balyozê Sûriyê dersînor kir jiber tepeserkirina bi xwîn a dijberên Serok Beşar el-Esed di destpêka şerê navxweyî yê wî welatî de.

Têkçûna dîplomatîk, dema ku serokê berê Monsêf Marzûqî hîna li ser kar bû, hat kirin, wê demê ji hêla opozîsyonê ve bi tundî hate rexne kirin.

Di sala 2015an de, Tûnisê gavek avêt ji bo jinûveavakirina peywendiyan dema ku nûnerekî qonsulxaneya rêjîma Esed destnîşan kir ji bo "şopandina" rewşa Tûnisiyan li Sûriyê.

Di Cotmehê de bi hezaran kes derketin kolanên Tûnisê ji bo protestokirina li dijî desteserkirina hêzê ya dramatîk ji hêla Sieyid ve ku piştre di destûreke nû de hate pejirandin.

Ji bo hin Tûnisiyan, van tevgeran tirsa vegera desthiladariya zordar derxist, lê ew ji hêla hinên din ên ku ji enflasyona bilind, bêkarî û gendeliya siyasî dilgiran in ve, hatin pêşwazîkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG