Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêkeftina Adana û Bandora wê li ser Kurdên Sûriyê


Tirkiyê dibêje rêkeftina Adana ya sala 1998ê li gel hikûmeta Sûriyê, rê dide Enqerê ku derbasî Sûriyê be û şerê terorê bike.

Hikûmeta Sûriyê jî dibêje ji bo cîbicîkirina rêkeftinê pêwîst e Tirkiyê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştre li gel Dîmeşqê li hev bike.

Ev rêkeftina ku di bingeha xwe de ji bo tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bû, çiqas dikare bandorê bide ser Hêzên Sûriya Demukrat û Kurdên Sûriyê bi giştî?

Têgeha terorîzmê, roja îro, li herêma bakurê Sûriyê çawa tê pîvan?

Gelo Tirkiyê dikare navê terorê li hin gurûpan ke û piştgiriya hinên din bike ku ew jî li gor aliyên din terorîst in?

Gelo Adana piştî 20 salan dikare bibe bingehek ji lihevkirinekê re di navbera Tirkiyê û Sûriyê de?

Helwesta Rûsya û Amerîka di vê derbarê de çi ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Welîd Haj Ebdulqadir, şîrovekarê siyasî ku li Dubey dimîne û nivîskar Merwan Osman ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:46 0:00

XS
SM
MD
LG