Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan îro destîyê serê sibê hatibû binçavkirin. Piştî îfadedayînê Turkdogan dana êvarê hate berdan.
Piştî berdanê Turkdagan ragihand ku girtina wî bê hiqûqîye û dijî qanûnê ye. Di rojên çûyî de Serokomarên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Plana Çalakîyê ya Mafên Mirovan eşkere kiribû. Turkdogan ev yek jî bibîr xist û wiha got:
“Hêlekê de behsa reformên hiqûqê, mafên mirovan dikin, lê di hêla din de jî karên bê hiqûqî dimeşînin. Daxûyanîyê wan û kiryarê wan hev û din nagre.”
Sektreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban piştî berdana Turkdoğan daxûyanîyek da Dengê Amerîka.
“Hevserokê me bi awayekî bê hiqûqî hate binçavkirin û ana jî hate berdan. Girtina wî di serî de hata dawî dijî hiqûqê ye. Em wek ÎHD li pey vê doza xwe dê bisekinin.”
Turkdogan bi şertên dernekeve dervayî welat hate berdan. Li gorî vî Turkdogan wê du meh nikaribe derkeve der û 15 rajan careke jî biçe îma bavêje.