Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Putin Daxwaza Agirbesteke Giştî û Lezgîn li Ukraynayê Dike


Ofîsa Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand serokê Tirkîyê îro Yekşemê bi rêya telefonê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin axivîye û daxwaza agirbesteke giştî ya lezgîn li Ukraynayê ji wî kirîye.

Her du rêberan berî civîna dîplomatîk ya 11-13 Adarê li Tirkiyê axivîn ku çaverê ye Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Ukraynayê beşdar bibin jiber ku Tirkiye hêvî dike ku hevdîtinekê di navbera her du wezîran de pêk bîne.

Erdoganî got: "Agirbesteke giştî ya lezgîn dê peydakirina çareserîyeke siyasî û bersivdana nîgeranîyên mirovahî hêsantir bike."

Wî ji Putin xwest ku destûrê bide korîdorên mirovî yên "lezgîn" li Ukraynayê, û got ku ew û serokê Rûsyayê dikarin "rêya aştîyê bi hev re vekin."

Erdgoan herwiha ji Putin re got ku Enqere "amade ye ku bi hemî awayên pêkan alîkarîyê bo çareseriyeke aştîyane bike."

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand ku axaftina her du serokan demjimêrekê dom kir.

Tirkiye hevsengiyeke nazik dimeşîne. Ji aliyekî ve endama NATO'yê û hevalbenda Ukraynayê ye. Ji aliyê din ve jî, ew pêwîst e ku têkiliyên baş ligel Rûsyayê biparêze jiber ku Tirkîyê bi giranî ji bo derkirînê girêdayî Rûsyayê ye.

Erdogan gelek caran pêşnîyaza mêvandarîya hevdîtinên di navbera Kîev û Moskowê de kiriye.

XS
SM
MD
LG