Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Banga Herêmeke Bê Firîn li Esmanê Ukraynayê Dike


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dîsa bang li welatên bîyanî kir ku herêmeke bê firîn ser esmanê Ukraynayê ferz bikin.

Duristkirina herêmkeke bê firîn dê rîska zêdekirina nakokîyê bêtir bike ku tê de artêşên bîyanî jî bi awayekî rasterast beşdar bin. Tevî ku Amerîk û gelek welatên din yên Rojavayî pişta Ukraynayê bi şandina çekan girtine, lê wan ti leşker neşandine wir.

Zelenskyy îro Yekşemê di vîdyoyekê de got “cîhan têra xwe xurt e ku esmanên me bigire.”

Welatên NATOyê egera çavdêrîkirina herêmeke bê firîn rakirine. Bi danîna vê herêmê, firokên ku destûra wan tune ye nikarin di ser Ukraynayê re bifirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do Şemîyê got ku Moskow çi alîyên ku beşdarî ragihandina herêmeke bê firîn ser Ukraynayê bibe dê wekî “beşdarîya li şerê çekdar” bibîne.

XS
SM
MD
LG