Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Konyayê 7 Endamên Malbateke Kurd Hatin Kuştin


Li bajaroka Meram a Konyayê malbatek Kurd di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Yaşar Dedeoglu, hevjîna wî Îpek, du kur û sê keçên wan di mala xwe de ji alîyê hin kesên ku nasnama wan hê ne dîyar e hatin kuştin.

Malbata Dedeoglu beriya 30 salan ji bajarê Qersê koç kirine. Ev malbat rojek beriya îda Remezanê, li mala xwe rastî êrîşa bi dehan nîjadperestên cîranê xwe hatibûn.

Piştî wê êrîşê heft kes hatibûn girtin lê di nav du mehan de pênc ji wan hatin berdan. Evûqatê malbatê Abdurrahman Karabulut da zanîn digel ku êrîşkar hin nehatine girtin lê gûman heye ku êrîşkarên berê kujerên malbatê bin.

Evûqat Karabulut da zanîn sê saet berîyê êrîşê Yaşar û Bariş Dedeoglu serdana nivîsingeha wî kirine û bi endîşebûne jiber ku hemî cîranê wan ên êrîşkar serbest hatine berdan.

Wî got 'Ev êrîşek nîjadperestî ye û ihmala dadgerîyê pir e jiber ku êrîşkarên du meh berî yek bi yek hatine berdan.''

Yaşar Dedeoglu mehek berê roportajek dabû peymanêrê Rudaw TVyê û li wir behsa zextên li ser malbata xwe kiribû.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser qkuştina malbata Dedeoglu civînek awarte li dar xist.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar piştî civînê daxuyanîyek da û got zimanê bi nefret û nîjadperestî ya desthilatîyê bersûcê vê qetlîamê ye.

Sancar îdia kir li ser HDP û Kurdan planek kaosê dixwazin çekin û zimanê desthilatiyê hêz dide nîjadperestan jibo êrîşên biser Kurdan.

Sancar rexne li partiyên opozîyonê jî kir û got ‘’Tenê peyamên sersaxîyê têr nake, jibo ev plan vala derkevin divê hemî hêzên demokratik û opozyon bi helwestek zelel li rex me bisekinin.’’

Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu û Berdevkê Serokomariyê Fahrettîn Altun, li ser kuştina heft endamên malbata Dedeoglu daxuyanî dan û li dijî îddiayên ‘êrîşên nîjadperestî’ derketin.

Suleyman Soylu got ‘’Tu eleqa vê buyerê bi mesela Kurd û Tirk nîne, di nav herdû malbatan de ji 11 salan zêdetir e hisumet hebûye. Nirxandinên li ser etnîkî dixwazin îstîsmar û provakasyonê bikin ku ev dewamiya têgîştina perçekirina yekîtîya welat e.’’

Fahrettîn Altun jî got ‘’Ew alîyên ku vê qetlîama hov weke êrîşek îdyolojîk pênase dikin, derewan dibêjin, ew bixwe porovakator in.’’

Ji bo guhdarîkirina li ratportê fayla deng veke

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00


XS
SM
MD
LG