Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Tirkiyê ji bo Destêwerdana Îraq û Sûriyê Dicive


Parlamentoya Tirkiyê roja Şemiyê ji bo tezkera mudaxaleya li İraq û Suriyê dicive.

Ev tezkere par di 30ê Cotmehê de li paralemê hatibû qebûlkirin. Lê beriya 30ê Cotmehê dirêjkirina tezkerê weke peyamek li dijî referanduma Herêma Kurdistanê tê binavkirin.

Ger bê qebûlkirin, Tirikye dikare jibo salek li Iraq û Sûriyeyê operasyonên leşkeri pêk bîne. Tezkere roja Şemiyê bi îmzeya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim şandin parlamenê.

Partiya Gel a Netewperwer (MHP) û Partiya Dad û Pêvebirinê (AKP) jibo tezkereye denge erê didin.

Berdevkê gruba Pariya Komarê ya Gel (CHP) Engîn Altay got Ger ev jibo zêdekirina hêza artêşê bibe palpişt emê dengê erê bidin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk ya Demokratîk (HDP) Osman Baydemîr jî got “Civîna MGK, Lijneya Wezîran û tezkere hemî jibo referanduma Kurdistanê ye.”

Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay jî di çalakiyek jinan de li Amedê li dijî tezkere peyaman da.

"Erêkirina tezkere şirîkiya şer e. Şer xwîn e, taciz û destdirêji ye. Erêkirina tezkere jibo erka yek mirovî ye ku jibo desthilatiya xwe welat davêje nav agir."

Ji bo agahiyên berferehtir li raporta deng guhdar be

XS
SM
MD
LG