Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dê 600 Koçberên Afganî Vegerîne Afganistanê


Afghan refugees protested in Turkey
Afghan refugees protested in Turkey

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê îro Şemiyê got desthilatdarên Tirkiyê dê nêzîkî 600 koçberên Afganî dawiya vê heftê vegerînin Kabula paytexta Afganistanê.

Koçberên Afganî bi riya Îranê derbasî Tirkiyê bûbûn bi sedema kiryarên terorîst û pirsgirêkên abûrî, li gor wezaretê ku her wiha got hêzên ewlekariyê ew koçber radestî desthilatdarên koçberiyê kirin.

Wezaretê got pîvanên vegerandina 591 koçber li parêzgeha Erzurumê bidawî hatin û dê geştên esmanî yên vegerandina wan îro û sibe Yekşemê bêne organîzekirin.

Gurûpên Mafên Mirovan rexneyan li Tirkiyê dikin li dor vegerandina koçberan bo welatên ku şer lê dibe, di nav de jî Aghanistan, û dibêjin dê jiyana wan koçberan rastî metirsiyan be.

XS
SM
MD
LG