Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Derbasbûna Hêzên Tirkiyê bo Efrînê li Bakurê Sûriyê


Mihemed Hemo, Bayrem Bozyel, û Imran Mensûr
Mihemed Hemo, Bayrem Bozyel, û Imran Mensûr

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê ragihand ku operasyona Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlib a bakurê Sûriyê bi dawî bûye.

Erdogan di civîna AKP de got renge hêzên Tirkiyê herêma Efrîne ji xwe re bikin armanc.

Derbasbûna Tirkiyê bo Efrînê çi guhertinê li ser erdê çê dike, bi taybetî li ser asta leşkerî?

Hêzên Kurdên Sûriyê ku herêmê control dikin dê çawa rê bidin Tirkiyê ku derbas be?

Eger hebûna leşkerî ya Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ew di çarçoweya rêkeftinekê de ye di navbera wê û Rûsya û Îranê, ew dê li Efrînê çawa be?

Gelo Tirkiyê erêkirin wergirtiye ji hêzên mezin ên cîhanê wek Rûsya û Amerîka?

Bernameya Hest û Hewest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser van pirs û hin pirsên din ên girêdayî?

Beyrem Bozyel, cîgirê serokê pariya Sosiyalîst a Kurdistan li Tirkiyê. Parêzer Imran Mensûr ku li Frensa dimîne; û Nivîskar Mihemed hemo ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 24_10_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:48:27 0:00

XS
SM
MD
LG