Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Dibêje Tirkiyê bi Gazê Êrîşî Gundekî Efrînê Kiriye


Hêzên Kurdên Sûriyên û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov got leşkerên Tirkiyê doh Înê gazeka biguman bikaranî di êrîşekê de li herêma Efrînê ku di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Birûsk Heseka, peyvdarê hêzên YPGê li Efrînê ji ajansa Reuters re got bumbebarana Tirkiyê gundekî li bakurê rojavayê Efrînê ji xwe re kir armanc.

Wî got di encama êrîşê de 6 kes rastî pirsgirêkên bêhinkêşanê hatin û hin nîşan hene ku di êrîşê de gaz hatiye bikar anîn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye ji Reuters re got Tirkiyê û hevalbendên wê yên Sûrî doh înê gund topbaran kir.

Çavdêriyê got çavkaniyên tenduristî li Efrînê ragihand ku 6 kes rastî kêşeyên bêhinkêşanê û ferehûna çavan hatin ku nîşanên bikaranîna gazê ne.

Ajansa Sûrî ya nûçyan SANA, ji ser zimanê pizîşkekî nexweşxaneya Efrînê, ev êrîş piştrast kir.

Çavkaniyeka dîplomatîk a Tirkiyê ev tawanbarî red kir û got Tikriyê qet êrîşên kîmawî bikar ne anîne û ew wek tawanbariyên bê bingeh binav kir.

ji bo guhdarîkirina li raporteka Newroz Reşo fayla deng veke

Raporta Newroz Reşo 17_02_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG