Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Serbazekî Wan li Efrînê Hatiye Kuştin


Wezareta berevaniya Tirkiyê îro Yekşemê got serbazekî Tirkiyê hatiye kuştin û yekî din jî birîndar bûye di encama êrîşekê de li dijî bingeheke wan li bakurê Sûriyê.

Ew dibêje Tirkiyê jî bi agir li êrîşê vegerand.

Wezaretê got êrîş ji aliyê hêzên Kurdên Sûriyê YPGê ve li herîma Efrînê bû.

Enqera YPGê wek rêxistineke “terorîst û girêdayî PKK” binav dike.

Daxuyaniya wezaretê got hatin naskirin ku êrîşker girêdayî “terorîstan” in û bersiva wan hate dayîn.

Wezaretê di twîtera xwe de wêneya serbazê ku hatî kuştin belav kir.

XS
SM
MD
LG