Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk Dest ji Sîyasetê Berdide


Siyasetvan û endamê berê yê perlemana Tirkîyê Ehmed Turk
Siyasetvan û endamê berê yê perlemana Tirkîyê Ehmed Turk

Parlamenter û Hevşaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk, roja Yekşemê piştî encama pêşhilbijartina namzedên bajarvanîyê ragihand ku dest ji sîyasetê berdide.

Wek ku tê zanîn, DEM Partî biryar da ku namzedên şaredarîyan dê bi pêşhilbijartinan dîyar bikin.

Roja yekşemê li 46 bajar û navçeyan sindoq hatin danîn û delegeyên DEM Partîyê bi dengên xwe namzedan dîyar dikin.

Wekî gelek deveran, li Mêrdînê jî ji ber ku ti namzed ji sedî 50 deng negirt, dengdan dê dubare bibe.

Li Mêrdînê 5,359 kesan deng dan û di encamê de Ahmet Turk 2,540, Devrim Demir 1,788, Gulîzar îpek Bîlen 1,665, Azad Yildirim 703 deng girtin.

Jibo ku tu ednamek ji sedi 50'î zêdetir deng negirtin, pêşhilbijartina Mêrdînê jî ma ji gera duyê re.

Lê Ahmet Turk ji Ajansa Mezoptamyayê re ragihand ku ew spasiya gel dike lê jibo ku berê jî biryar daye ger di gera yekê de biser nekeve ew dê xwe ji berbijartiyê vekşîne.

Li gorî ajansê Ahmet Turk ne tenê ji bernamezdîyê vedikşe, di heman demê de ragihandîye ku dest ji sîyasetê jî berdide.

Biryara Turk weke suprîz hate nirxandin.

Ahmet Truk ji 50 salan zêdetir e di nav sîyasetê da ye

Ahmet Turk ji Mêrdînê ye, 82 salî ye û ji 50 salan zêdetir e di nav sîyasetê da ye. Cara yekê di sala 1973'an de, bû parlamenterê Demokrat Partî.

Di sala 1990'î de digel hevalê xwe Partîya Keda Gel (HEP) ava kir.

Di sala 1993'an de dema parlamenterê DEP'ê bû, digel Leyla Zana, Sirri Sakik, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sedat Yurttaş, Mahmut Alinak, hate girtin.

Di sala 2005'an de Partîya Demokratîk ya Gelan ava kirin û bû serokê partîyê. Ji heman partîyê bû parlamenter. Heta 2014'an parlamenterîya wî dewam kir lê di hilbjartina heremî de bû hevşaredarê Mêrdînê.

Lê di sala 2016'an de bi hiceta 'Endamê rêxistina terorê ye' doz lê vebû û hate girtin.

Bi biraya Wezareta Navxwe di 17ê Mijdara 2016'an de ji şaredartîya wî bidawî kirin û qayûm dan ser postê wî.

Jiber kalbûn û nexweşînan di 3 Sebata 2017'an de ji zindanê hate berdan.

Di hilbijartinê 31'ê Adara 2019'an de Ahmet Turk cara duyê ji HDP'ê bû şaredarê Mêrdînê lê di 19'ê Tebaxa 2019'an de dîsa bi biryara Wezareta Karên Navxwe di ciyê wî de qayûm tayîn kirin.

XS
SM
MD
LG