Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Daxwaza Erdogan Şaredarê Anqera Dest ji Kar Berdide


Şaredarê Anqera Melih Gokçek
Şaredarê Anqera Melih Gokçek

Şaredarê Paytexta Tirkyê Anqera Melîh Gokçek karê xwe bicêhîşt piştî fişareka tund ji aliyê serok Recep Tayyip Erdogan ve li dirêjiya çend hefteyan.

Ji Gokçek re hatibû gotin ewê rastî encamên nebaş bê eger dest ji kar bernede.

Di axaftina bicihîştina kar de Gokçek aşkere kir ku piştî 23 salên kar destberdana ji kar ne bi dilê wî ye.

Wî got:

“Ez dest ji kar berdidim ne ji ber ku ez ne serkeftî bûm, belê ji ber ku Erdogan wiha dixwaze.Ez pêgiriyê bi biryara Erdogan dikin û nivîsîngehê bi cih dihêlim.”

Gokçek ew şaredarê şeşan e di partiya desthilatdar AKP de ku Erdogan ew di çend hefteyên borî de ji kar dûr xistin, di nav de jî şaredarê bajarê Stenbolê.

Ev helmet tê di çarçoweya hewlên Erdogan ên çalakirina partiye de, piştî lawazbûna karê wê di referanduma îsal de ku armanc wê berferhkirina hêza posta serokatiyê bû.

XS
SM
MD
LG