Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqera Tirkîyê Di Rojeke De Du Êrîş Çêbûn


Rayedarê Partîya Dahatû Alaattîn Firat

Alîkarê Serokê Partîya Dahatû Selçûk Ozdag û Nûnerê Enqerê yê rojnameya Yenîçağ Orhan Ugurlu rastî êrîşan hatin.

Selçûk Ozdag li Enqerê dema li seyareya xwe suvar dibû pênc kesan bi çek û daran êrîşî wî kir. Ozdag, di ser û rûyê xwe de derb girt û birîndar bû. Piştî êrîşê Ozdag rakirin nexweşxanê.

Êrîşa duyemîn jî di heman rojê de li Enqerê ser rojnamevan Orhan Ugurlu de çêbû. Ugurlu li pêşîya mala xwe de rastî êrîşan hat û gelek cîyên xwe de jî derb girt.

Ev herdu êrîş jî ji alîyên siyasetmedar û rêxistinan ve hate şermezarkirin.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu, Serokê DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Partîya Baş Meral Akşener û gelek sîyasetmedarên din êrîş şeremarkirin. Serokan di daxûyanîyê xwe de daxaz kirin û kiryarên van bûyeran di deme herî kinda bên dîyarkirin û cazakirin.

Sendîkaya Rojnamevana ya Tirkiyê (TGS) jî bi daxûyanîyekê êrîşên ser Ugurlu şermezar kirin.

Rayedarê Partîya Dahatû Alaattîn Firat ev herdû êrîş ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Firat ragihand ku bi van êrîşan dixwazin çavên kesên dijraber bitirsînin.

“Bi ya min ev herdû êrîş jî ji yek merkezê hatine çêkirin. Li Tirkiyê hin kes dixwazin ku demokrasîyê bifetisînin û faşîzmê derxînin pêş. Desthilatî dizane ku wê di hilbijardinê de winda bike li ber vî jî tundîyê derdixînîn pêşberî muxalîfan.”

Li gorî Firat ev êrîşana bi van tenê dê nemînin. Firat radigîhîne ku ser wan de çi êrîş dibe bila bibe ewê ji ser xeta demokrasîyê paşta gav nevêjin:

“Armanca wan ew e ku bi rêyên faşîzan me derxînîn derî sîyasetê. Lê bila ew baş bizanibin ku yê ku winda dike em nînin, desthilatî bixwe ye. Ev êrîşan doza me biçûk nake dijane me mezin dike.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00


XS
SM
MD
LG