Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Civîna Dîplomasîyê Ya Antalyayê De Kêşeya Ukraynayê Li Pêş Bû


Civîna Dîplomasîyê ya Antalyayê bi çavdêriya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 11 Adarê de despêkir û îro û sibê jî wê berdewam bike.

Erdogan, di aqaftina xwe ya vekirinê de li ser zêdebûna hejmarê penaberan yê Ukraynayê rawestîya û got, “Di nav 15 rojan de bes ji 2 mîlyonî zêdetir penaberê Ukraynî kete ser penaberê dinyayê.”

Rojek berî forumê, li Antalyayê bi mazûvanîya wezîrê derve Mevlût Çavûşoglu re wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavro û wezîrê derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba hatin ba hev. Di vê civînê de her çiqas ecamek dernekeve jî lê ev hevdîtin bala hevmû dinyayê rakêşa ser xwe.

Di Forûma Dîplomasîyê ya Antalyayê de serokên dewletan û hikûmetan, wezîr, dîplomat, akedemîsyen û nûnerên rêxistinên ramanê û gekek kesên din beşdar bûn.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, di vê forumê de di qisedana xwe de bi tevahî li ser pirsgirêkên dinyayê wek pirsgirêkên birçîbûnê, pênaberan, terorê û bi taybet jî li ser kêşa Ukraynayê rawestîya. Erdogan ji beşdarbûna serok dewlet û hikûmetan kêfxweyîya xwe anî ziman û li ser pirsgirêka pênaberan û Ukraynayê wiha qise kir:

“Di 10 salên dawî de li hemû dinyayê hejmarê pênaberan 2 qat zêdebûye û gîhîştîye 85 mîlyonî. Li ser vî hejmarê ev 15 rojên dawî de bes 2 mîlyonî zêdetir pênaberên Ukraynî hate ser pênaberên dinyayê. Kesên ku wê di cîyên xwe de bêne durxistin hejmarê wan wê di dewrên pêşîya me de bêtir zêdebe.”

Erdogan, li ser birçîbûn û mirina zarokan jî rawestîya û amaje kir ku heke di vî warî de bergirî neyên girtin dê gelek zarok bes li ber birçîbûn û tînîbûnê wê bimrin. Erdogan ev yek jî wiha rave kir:

“Mafê her kesî heye ku jiyana xwe bidomîne. Mixabîn 800 mîlyon mirov ana nikarin xwe bigîhîjînin xwarina ya bingehîn. Li ber vî jî îro li ser dinyayê 10 çirkeyan de 1 zarok li ber birçîbûn û tînîbûnê dimire. Her roj bi sedan mîlyonî mirov birçî dikevin nav nivînan.”

Beşdarvanên vê forumê li gel pirsgirêkên sîyasî û dîplomatîk li ser pirsgirên aborî, mafên mirovan, pirgirêkên civakî û çareserkirina van pirsgirêkan jî wê bisekinin.

Jibo vê forumê li Nemsa, Elmanya, Îspanya, Romanya, Kûba, Iraq, Somal, Bangladeş, Afqhanîstan, Ozbekîstan, Libnan, Kosova û her wekî din ser 200 kesî ve hatine vexwendin. Di nav ev kesên vexwendî de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî cî digre.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG