Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Operasyona Ser HDPê Peyamên Piştgiriyê Tên Dayîn


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ji ber bûyerên “Kobanê” yên Cotmeha sala 2014’an ji bo 82 kesan biryara desteserkirinê dabû. Di nav 82 kesan de ji 20 kesî zêdeir mirov hatine dester kirin.

Piştî vê operasyonê Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar û rêveberîya HDP daxûyanîyeke çapemenîyê dan. Sancar di daxûyanîya xwe de ragihan, operasyona ku hatîye çêkirin hiqûqî nîne tevahî sîyasîye.

Li ser vê operasyonê ji alîyên partîyên sîyasî, rêxistinê demokratîk, komeleyên mafên miorvan û sazîyên girseyî ve jî bertek hatin dayîn.

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê li gel Hevserokê HDP Mîthat Sancar qise kir û got, “Ev operasyon şiklê hiqûqî na şiklê sîyasî nîşan dide” û piştgirî da HDP’ê.

Xeyrî CHP, Partîya Saadetê, Partîya Sosyalîst ya Ewrûpa (PES), Partîya Alman ya Çep (Die Linke), dîsa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîqaya Kedkarên Qamû (KESK), Malên Gel (Halkevlerî) ji bertek nîşan dan û piştgirîya HDP’ê kirin.

Di alîyê din de jî Raportorê Tirkîyê yê Parlamana Ewrupa Nacho Sanchez Amor dîyar kir ku ew jiber operasyonên desteserkirinê yên dijî endamên HDP’ê di nav fikaran de ne.

Parlementerê HDP Huseyîn Kaçmaz jî bûyerê li ser partîya wan qewîmîye ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Kaçmaz nêrînê xwe wiha anî ziman:

“Ev operasyon bi hîç awayekî hiqûqî nîne her derê wî de sîyaset diherîke. HDP di hilbijardinan de desthilatîya AKP şikand. AKP jî ana dixwaze ku ji partîya me tol hilde.”

Kaçmaz van êrîşana wek tenê ji bo HDP’ê nabîne, balê dikşîne ser roja operasyonê jî û wiha dibêje:

“Di salvegere Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ev bûyerana ser me de qewimandin. Bi vî desthilatî dibêje ku me çawa referandûm fetisan emê we jî bifetisînin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00


XS
SM
MD
LG