Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê û Ermenistanê Axaftinên”Berhemdar” Pêk Tînin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu got wî îro Şemiyê axaftinên “berhemdar û avaker” li gel hevtayê xwe yê Ermenî Ararat Mirzoyan pêk anînin, di demekê de ku hewl didin pêwendiyên xwe bi hev re çê bikin, piştî dijminahiya bi dehan sal.

Herdu wezîr di civîneke dîplomatîk de li bajarê qeraxa deryayê Antalya kom bûn. Enqerê ji sala 1990î ve pêwendiyên dîplomatîk û bazirganî bi Ermenistanê re nîn in, lê wan di meha Çile de hewla yekem da ji bo nûvegerandina pêwendiyan ji dema rêkeftina aştiyê ya sala 2009an ve ku qet nehat pesendkirin.

Wezîrên derve yên herdu welatan di Mijdara sala borî de li aliyekî kombûna Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupayê (OSCE) bi kurtî axivîbûn.

Cavusoglu piştî kombûna ku 30 kêlîlkan dirêj kir, ji peyamnêran re got:

“Ew axaftineke gelekî berhemdar û avaker bû. Em hewla seqamgîrî û aştiyê didin.”

Mirzoyan jî pesna vê kombûnê da û got:

“Em proseya normalkirina pêwendiyan, bê mercên pêşwext berdewam dikin... Em hewl didin.”

Tê zanîn ku Tirkiyê û Ermenistanê li ser gelek mijaran nakok in, di serî de jî mijara 1.5 milyon welatiyên Ermenî ku di sala 1915an de ji aliyê împeratoroya Osmanî ve hatibûn kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG