Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Amedpsor li Bursayê Rastî Êrîşên Nîjadperestî Tê


Tîma futbolê ya Amedê Amedspor (Arşîf)
Tîma futbolê ya Amedê Amedspor (Arşîf)

Tîma futbolê ya Amedê, Amedspor, jibo lîstîkekê di Lîga 1ê ya Tirkîyê de serdana bajarê bajarê Bursayê kir. Piştî ku endamên tîmê li oteleke navdar bicî bûn, bi sedan alîgirên Bursasporê roja Şemîyê çûn ber otelê, sloganên nîjadperestî avêtin, gule û fişekên hewayî bi ber otelê ve berdan.

Roja yekşemê jî, maç li stadyuma Bursayê destpê kir, lê dema yarezanên Amedsporê daketin qadê, ji nav alîgirên Bursayê bi sedan tişt hatin avêtin ser wan. Di nav wan de kêr û guleyên çekan jî hebûn.

Li trîbunên Bursasporê digel alayên Tirkiyê, pankartên cuda jî hatin hildan. Di nav wan de wêneyê otomobîla Torosên sipî bû herwiha pankarta ku wêneyên kujerê navdar Yeşîl (Mahmut Yildirim) û Cem Ersever jî hate bilindkirin.

Sembolên Rêxistina JİTEMê

Cem Ersever yek ji damezrînerê rêxistina kontrayî ya JİTEMÊ bû. Yeşil jî kujerê vê rêxitinê bû. Torosên sipî wekî sembola JİTEMê tê dîtin.

Ev rêxistina kontrayî di salên 90î de bi kuştina bi hezaran Kurdan tê sûcdarkirin. Yeşîl û Cem Ersever, kujerên navdar yên vê rêxistinê bûn û tê îdakirin destê wan di kuştina rewşenbîrê Kurd Musa Anter, sîyasetvan Vedat Aydin û herwiha bi sedan Kurdan de heye. Kuştina bi hezaran Kurdan weke 'kuştinên faîlê mechûl'' tên binavkirin.

Di maça li Amedê de jî Ala Kurdistanê hatibû vekirin

Hêjayî bîrxisitnê ye ku di 26ê îlona borî de Bursaspor hatibû Amedê lê alîgirên wan bi îdiaya ku ewlehîya wan nîne nehatin.

Ew roj maç li Amedê jî bi alozî derbas bû. lîstikvanên Bursasporê bi parastina polîsan hatin qada lîstikê. Li trîbunên Amedsporê alên Kurdîstanê hatin bilindkirin. Lê dema maç bi dawî bû, kesên ku ala Kurdîstanê hildabûn hatin desteser kirin û li hember kluba Amedsporê lêpirsîn vebû.
Baroya Amedê gilî dike

Baroya Amedê jî jiber dîmenên ku li ber otelê li dijî tîma Amedsporê derketin, gilîyê dozgerîyê kir.

Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu li ser Twitterê peyamek belav kir û pankartên ku li trîbûnan vekirine, rexne kir.

“Di maça futbolê de li Bursayê dîmenên li derveyê futbolê ye nayên qebûlkirin. Di heqê berpirsên ku rê dane van pankart û tiştên li dijî sporê bînin qadê, lêpirsîn hate destpêkirin. Herwiha berpirsên fermî ji kar hatin dûrxistin,’’ Soylu got.

'Provakasyonek plankirî ye'

Serokê berê yê Amedsporê û endamê desteya rêvebir ya klubê Metîn Kilavuz derbarê van êrîşan got ku ew “provakasyonek plankirî ye.''

Wî da destnîşankir ku ji êrîşa li ber otelê heta dawîya maçê hemî tişt hatîye plankirin. Kilavuz li ser daxuyanîya Soylu jî got ''Ez ji dil nabînim.''

‘’Ger ji dil be, doh li ber otelê polîs jî hebûn, çima wan belav nekirin. Tenê bi dûrsixtina du, sê kesan ev çênabe.”

Berpirsê berê yê Amedsporê herwiha got ku “bi zanebûn êrîşek nîjadperestî hatiye plankirin. Ew kesên ku dibêjin bila siyaset li derveyê qadê bimîne bila jibo van dîmenan jî biaxivin.”

Kilavuz dîyar kir ku bi salane bi biryara wilayetan qedexe tînin ser Amedsporê ku alîgirên wan nikarin beşdarî maçan bibin.

“Amedspor tu caran li hember 11 kesan maç nekirîye, ji hakiman bigrin heta desteya çavdêr û temaşevanan, hemî li hember Amedsporê bûne yek,” Kilavuz got.

Navê Amedspor

Serokê berê yê Amedsporê herwiha behsa posterên Yeşil û otomobîla torosan kir û got ku ev di bîra Kurdan de sembola kuştina bi hezaran Kurdan e.

Wî da zanîn piştî ku kuluba futbolê navê xwe ji Diyarberkirspor guhert kir Amedspor, ji 2015’an vir de êrîşên nîjadperestî li ser wan kêm nebûne.

''siyaseta desthilat dixwaze netewperwerî û nîjadperestîyê di her qadê li ser jiyanê ferz bike,” Kiluvaz got.

“Amedspor ne tene tîma Amedîyan e, ew tîma Hewlêrê ye jî, ya Qamişlo ye, ya İzmir û Yozgatê ye. Yanî ew tîma hemî kesên ku ji derve hatine hiştin.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/ Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00

XS
SM
MD
LG