Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zîndana Batmanê Girtiyan li Dijî Yaseya Nû Serî Hildan


Êvara Şemiyê li Girtîgeha Tîpa M ya Batmanê, girtîyên beşa edlî 3 deyan dan ber agir.

Hat ragihandin girtîyên ku ji yasaya nû ya înfazê nerazî ne û jiber metirsîya virusa korona li zindanê serî rakirine.

Malbatên girtîyan jibo agahî bistînin çûn pêş girtîgehê. Herwiha Partiya Demokratîk ya Gelan HDP jî parlamenterên Batmanê hinart da ku bizanin ka li zindanê rewş çî ye û girtî çi dixwazin. Parlamenterên HDP Necdet İpekyuz û Feleknaz Uca heta ku rewş aram bû li ber zindanê man.

Komela Mafê Mirovan, Baroya Batmanê û parlamenter xwestin weke şandeyek bikevin hundir û rûbirû bi girtîyan re biaxivin. Lê serdozgerî û gerînendeya Zindanê destûr nedan.

Serokê Komela Malbatên Girtîyên Batmanê Yaşar Yalçîn da zanîn ji şevê heta sibehê nêzî 450 girtîyên edlî sewqê du girtîgehên Amedê kirin. Lê girtîyên sîyasî li ciyê xwe ne.

Hun dikairn agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00


XS
SM
MD
LG