Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedîrxan Epozdemîr: Opozîsyona Sereke Li Tirkîyê HDP ye


Li ser opozîsyona Tirkîyê gefên desthilata Tirkîyê her ku diçe zêde dibe.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ser qiseke Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener ji bo doz vekirinê parezvanên xwe erkdar kirin.

Ji alîyê opozîsyonê ve jî ev erka Erdogan û gefên doz vekirinê bi tundî tê rexnekirin.

Nîvîskar û sîyasetmedar Bedîrxan Epozdemîr, dema hêza Erdogan dinîrxîne, dadixûyîne ku sedema vî ya sereke sîstema yek mirovî ye.

Epozdemîr li ber derketina van gefên desthilatîyê, opozîsyonê jî gelek lawaz û bi tirsîn dibîne:

“Desthilatî ji xwe sistemeke yek mirovî yek destî çêkirîye. Lê ev sistem ana ji bo berjewendîyê Tirkîyê nîne, lê mixabîn opozîsyona Tirkîyê jî berteke ku pêdivî dike nîşan nade. Yê ku bi tundî dij derdikeve jî HDP’ye. Li ber vî jî li Tirkîyê bi peyveke klasîk be jî opozîsyona esasî HDP’ye.”

Bedirxan Epozdemîr, dadixûyîne ku Tirkîye di nav ev qas şidandîtîyê de dê nikaribe dahatûyeke duristbike, ji bo vî jî dibêje dibe ku piştî hilbijardinê tansîyon bikeve.

“Tirkîye bi vî şêwazî pêkan nîne ku bimeşe. Di vî alî de barek dikeve ser milê desthilatîyê û HDP. Her du alî lazime ku tansîyonê daxîne xwarê.”

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:15 0:00


XS
SM
MD
LG