Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anadol: BioNTech Dibêje Dê li gel Kompanîyên Din Kar Bike ji bo Bihêzkirina Şîyanên Vaksînê


Ugur Şahîn
Ugur Şahîn

Serokê cîbicîkar ê kompanîya BioNTech Ugur Şahîn got kompanîya wî hevrêzîyê li gel yên din bike, di demekê de ku hewl dide berhemhênana vaksîna COVID-19 ya li gel kompanîya Pfizer bihêztir bike û wê vekirina nivîsgehekê li Tirkîyê daye ber çavan.

Şahîn got ku BioNTech plan dike 1.3 milyar derzîyên vaksînê berî dawîya sala 2021an belav bike û 70% ji cîhanê ku pêwîstî bi vaksînan heye berî zivistana pêş dê vegere “jiyana normal”, li gor hevpeyvîneka wî bi ajansa Tirkîyê ya nûçeyan Anadolê.

Ajansa ji ser zimanê wî ragihandîye ku” Em dixwazin sala pêş bêhtirî milyarek derzî çêkin. Pêwîste em wan li bêhtirî 80 welatî belav bikin... ev ne hêsan e... em dê dest bi hevrêzîya li gel kompanîyên din bikin.”

Şahînê ku kurê koçberekî Tirk e li Almanya, ji ajansa Anadol re got ku BioNTech di axaftinan de ye li gel Ajansa Dewleta Tirkîyê ya zzanistî Tubitak, û armanca wê ew e gihandina 30 milyon derzî bo Tirkîyê berî sawîya sala 2021an.

Wî got:

“Cihê kêfxweşîyeke mezin e ku em karibin alîkarîya xelkê Tirkîyê bikin.”

Hêjayî gotinê ku Tirkîyê her wiha erê kirîye 50 milyon derzîyên vaksîna Sinovac a Çînî bikire û danê yekem ê 3 milyon derzî roja Duşemê digihe Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG