Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûkên Demîrtaş di Pêşangeha Stenbolê de Hatin Îmzekirin


Pêşangeha Stenbolê ya Pirtûkan
Pêşangeha Stenbolê ya Pirtûkan

Hejmarek helbestvan û nivîskaran di Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya 39’an de jibo hevgirtina sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş yê ku di Zîndana Edîrne tê girtin pirtûkên wî îmza kirin.

Li vir Anîl Mert Ozsoy, Ayşegul Devecîoglu, Behçet Çelîk, Fîgen Şakacî, Hatîce Meryem, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Nurhan Suerdem, Yavuz Ekîncî û Yîgît Bener beşdarî roja îmzayê bûn û pirtûkên Demîrtaş imza kirin.

Nivîskar Murathan Mungan di derbarê vê rojê de dîyar kir ku ew jibo vê hevgirtinê bi rûmete û jiber vê yekê tevlî vê rojê bûye.

“Berî çend salan dîsa ez jibo hevgirtina Selahattîn Demîrtaş di fûara pirtûkan bûm. Ez bi rûmet im ku bi Demîrtaş re ku ev demeke dirêj e bi neheqî û bêhiqûqî dîl hatiye girtin. Ez wek nivîskar, wek welatîyekî ji xwe re erkek exlaqî dibînim ku ez tevlî çalakîyên bi vî rengî dibim. Hêvîdarim ku ev neheqî û bêhiqûqî di zûtirîn dem de ji holê rabe û derfeta Demîrtaş hebe ku pirtûkên xwe îmza bike.”

Lli alîyekî din ve jî eleqeyeke mezin ya Stenbolîyan jî jibo pirtûkên Demîrtaş hene ku Demîrtaş di zindanê de heta niha 4 pirtûkên bi navên Devran, Seher, Efsun û Leylan nivîsin.

Firat Burun jî xwendevanekî Kurd e û jibo pirtûkên Demîrtaş dibêje ku zimanê pirtûkên Demîrtaş pir baş û zelal e.

“Di nav van zahmetîyan de pirtûkên evqas baş û xwe digihîne her kesî. Jiber vê yekê pêwîst e ew wî tenê nehêlin û em silavên xwe jî wî re dişînin.”

Hêjayî gotinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016'an û vir ve bi îdiaya tawanên wek ''avakirina rêxistina terorê” ''endamtîya rêxistina çekdar'' û “propagandaya rêxistina terorê” hîn ji di zindanê tê girtin.

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG